Demokrasiya Jeffersoni: Ji Gel, Bi Gel, Bo Gel
May 5, 2010 at 5:55 pm Leave a comment
Demokrasiya Jeffersoni:
Ji Gel, Bi Gel, Bo Gel
Demokrasii ya Jeffersoni îdeal û mînakek herî berçave sistema dewletê ye,kû hatiye pêşbinî kirin.Thomas Jefferson cutyarê Virciniyayî nuserê daxuyaniya serxwebuna Emrîka ye.Ev dukument nek tinê egerên serxwebunê lê her wisa armancên ava kirina sistema dewletê bi cihanê dide xuya kirin. Evî her wisa esasnama azadiya ûlî li Virciniya nivisî ku di nav da cudahiya ûl û dewlet hatiye desnîşan kirin. Piraniya îydîyayên kû di demokrasiya Jeffersonî da hatine dîyarkirin ne yên wî bi xwe belko ev îydîyayên wergirtî ji fîlesofên mina Montesquin, Voltaire, û Plato (eflaton) nî ne. Lê herçiwa be zêdetirin beşên pêkhinerê wê demokrasiyê ji îydîyayên fîlesofê îngilîsî John Locke î ne. Di demokrasiya Jeffersonî da felsefa John Locke xwedî bandorek erênî boye bi taybet di warê mafê sirûştiye mirov, rola dewletê û cudahiya kilise li dewletê.
Thomas Jefferson bawerî hebo kû her mirovek xwedî mafê sirûştiye yan mafên binêşeyî ye, ev mafên kû her mirovek bi wan mafa ji dayîk boye; mafên kû nabe ji mirov bên istandin yan cuda kirin. Eve mînakên “xwe-ispatkerin” ku rastîya wan di daxuyaniyê da hatine nivisin: “hemo mirov wekhev hatîne afirandin, ev maf, mafên xwedayî ne kû çicar nayîn zewt kirin, ji wana Jîyan, Azadî û li dîv keyfxweşî û bexteweriyê.” Ev mafene bi tinê ne evin kû Jeffersonî baweri pê hebo.Evî bi hurbinî daxuyanî, bi peyv dikir, û di nivîsî “di nav wan mafan da” li cihê kû nivisîba “ev maf evene”. Yêkek ji mafên siruştî kû Jefferson bawerî pê hebo lê ev li Daxuyaniyê nehat nivisîn, Darayî (milkîyet) bo. Herçend di reşnivîsa dawiya Daxuyaniyê da ev peyv nehat nivîsin, lê hebuna vî mafî jî nehat inkar û haşa kirin.
Heryêk ji wan mafên sirûştî bi giringî rûyek dîyar kirî ji wan mafane, kû mirovan diket mirov. Mafê Jîyanê yêkek ji mafên despêkê ye. Her kesê maf heye, kû bijît, maf heye hebît. Azadî û wekhevî du rûyên yêk sike ne. Hemu kesê mafê çarenusa xwe heye yan Azadiyê , û wekhevî nikare hebît heya hemu kes azad nebin. Herwek kû rûyê serî yê sike nikare hebît bi bêy rûyê binî, Serxwebûn û Azadî nikarin hebin bi bêy wekhevî, û her wisa berû-wajî. Mafê li div bexteweriyê mafek bi wate ye, hebunek bi armance. Mafê darayî yê girêdayî bi her du mafên Jîyanê û Bexteweriyê ye. Darayî (milkiyet) wateya rizgariyê dide mirov, kû bijît û herwisa fersendên li dîvçûn û gehiştin bi bexteweriyê pêk tînît. Eve mafên bingehî ne kû bi wan ra hebuna mirov têt fam kirin.
Demokrasi ya Jeffersonî her wisa îna hebunê kû armanc û rola dewleta çiye. “Eve kû mafên sirûşti garantî ken. Dezgehên dewleta ji gel pêk bên, û hêz u qudreta xwe bo tenahi û razîbuna gel bikar biben. Lê her demê kû ev bicih neanin eve mafê gele kû dewletê haydar yan jî li nav bibet”. Ev îydiya ye rastewxwe ji felsefa John Locke hatiye wergirtin.
Dewletek baş û rêk u pêk nabe bibît arişe dinavbera deshelat û bê deshelata( karbidest û hejara) belkû dibe egera li nêzik bona mirovan. Hêz û qudreta serekî nabe bêt heder kirin bi destê qiral yan şah, ev hêz pêdiviye di destê gel da bît. Civakê mafê serekî heye kû helweşinit vê dewletê, eva kû şertên xwe bin pê diket.
Îdeal eve, li jêr Demokrasi ya Jeffersoni, dewlet gele, û gel jî dewlete. Di encamê da ger dewletek nexwaze ji bo berjewendiya gel bişuxile, ev gel belke û pêdivi ye ku vê dewletê bighure. Dewlet tên ava kirin kû mafê gelan biparêzin û bi tinê vê hêzê bikar binin kû ji gel girtine.
Jefferson bi xwe ali girê biçûk bun û bêhêz buna dewleta navendi bo. Zêde bi hêz buna dewleta navendî bi baweriya wî dibe heger kû, hindek mafa bên kêm kirin li ciyê ku pêdivî bo biparêzit. Evî baweri bi demokrasiyek tewa li ser bingeha rêz, hurmet û bawerî di navbera mirovan hebo. Ev li ser vê bawirê ye kû, herçend dewleta navendî bê hêz bît, gel zêdetir bi hêz dibît, û eve dibi eger kû civak zêdetir democrat bît.
Di heman demê kû Jefferson, xwazyarê dewletek navendî ya bê hêze, bi heman awayî bawirî heye kû ayîn û ol nabe çi cih hebe di vê dewletê da. Yêkek ji aligirên here bi hêze cûdayi ya ûl li dewletê, Jefferson di sala 1779 an di esasnama herêma Virginia li ser azadiya ûlê nivisî. Di nivisa wî ya vê bare da hatiye, dewleta Virginia aligiriyê li çi ûlekê naket, Û ji bo wêyêkê di herêma Virginia çi kilise yên dewletî niyn, û maliyat û dahat nabe bête dan bi çi ûl yan kiliseyan. Jeffersonî bo wêyêkê delil di îne û di bêjit : “xelete kû mirov pare û dirav bide û harikarî û yarmetiya dîtinekê kû evî bawirî pê niye û her wisa evî cî deshelat niye kû vê dîtinê bighurît biket”. Ji bo wêyêkê cûdahiya kilise ji dewletê bo beşek ji Demokrasiya Jeffersonî.
Eve çend xalên berçavin di Demokrasiya Jeffersonî da, yêk ji wan mafê sirûştiye mirov: Jiyan , Azadî û li div keyfxweşî û bexteweriyê, û Darayî, milkiyet. Yadin armanc û rola dewleta di garantî kirina wan mafan. Û yêkedin cûdahiya kilise û dewletê. Demokrasiya Jeffersonî ava kirina dewletekêye kû Gel xwedî hêze: ev dewletin û dewlet ji wane.
Wergêr Sipan Silwaneyi
http://www.byzantinecommunications.com/adamhoward/homework/highschool/jeffersonian.html
Entry filed under: Uncategorized. Tags: .

Trackback this post | Subscribe to the comments via RSS Feed