Mişt û mira Berbijarên Serkomarîya Îranê
July 14, 2009
Mişt û miry an berhevdan, dan u istandineke diwanîye di navbera du aliyên ku xwedî du bîr û bûçûnên cuda bin. Kesên mişt u mir ker des bi axivtinê diken li berjevendîya bîr û hizrên xwe û her wisa li dijî bîr û hizrên rikeberê xwe, li pêş ku biryar ji aliyê gel bêt dayîn.Di serdemê îroyîn da berhevdan a di nav bera berbijarên serkomariyê, serokwezirîyê,serkşaredar,sinator û parlemantêra û her wisa di nav bera civakên curbicur wek civakên ronak bîrî tên kirin.
Di welatên pêşkevtî da berhevdan ji aliyê berhev kerê vê pirogramê tê li dar xistin. Berhevker li ser revşa welat û bername û pilana berhevdan kera pirsyara bi lêv diket. Pirsyarên ku di piraniya berhevdana tên kirin di şibin hev. Başe boçî pilan û bernama te çêtire ji ya reqîbê te? Erê tu dê çiva xercê kêm key û revşa jîyanê baştir key? Erê tu dikarî bacêtê balans key di çar salên pêşiya me? Erê tu dişêy revşa tenduristîyê, xwandinê, azadîyê, evlehîyê û ……wd baştir key?
Lê di komara Îslamîye Îranê da mişt û mir jî bi awayek Îranî birêve çû. Berhev ker di nav şeş mişt û miran da, ne wek birêveber lê zêdetir wek emirber di leyîzt. Bi tine wezifa wî kontirol kirina demê bu ku evjî ji aliyê berhevdan kera di hat bin pê kirin. Bi tinê pirsyarek di hat bi lêv kirin wek erê boçî dixwazî bibî serkomar?
Herçend, ku di sî salên derbas buyî da yêkum care ku mişt û mir di navbera berbijaran tê kirin, lê dîsan ez dikarim bêjim ku yêkek ji bedev tirîn, ciwan tirîn û gelêrî tirîn pirogramên sî salên çûyî bo. Ev berhevdan nuqte gihurînek dîrokî bo. Herçend wek şanoyekê sinaryoya vê ji aliyê rêberê olî Elî xamineyî, konseya parêzwan û civata mesilheta nizama îslamî ve hatibo nivîsîn û leyîz ker jî xweyî bon, lê, davîya vê pirr bi dilê gelên Îranî bo.
Kê çi got?
Di beşa despêka şanoyê da Ehmedînijad wek serkomarê demî û Mîrhosên mosevî wek serkwezîrê berê ketin mişt û mirê û hevdu dan ber xenceran. Ehmedînijad got; “ez bi tinê te li hember xwe nabînim ez te û her du serkomarên berê Refsencanî û Xatemî li beranberî xwe dibînim û evjî wek te dixwazin ez ji hole rabim”. Wî her wisa got; “ ku Refsencanî di despêka devleta min da peyamek ji padşahek kendava farisî rêkir bo û gotibo xema nexun ev devlete dê bêt herifandin”.
Mosevî got, “ev herdu kesayetîyên mezinin, lê min wek kasayetîyek ihsasa xeterê kirîye levma ez hatîme meydanê” û got; “ji bo meşandina welat du curên rêveberîyê hene yêkek ji wan rêveberîya macira cuyî, bê evlehî, kiryarên şanoyî, mêrxasî zanî, xîyal hûnanewe, xirafe perêzî, xilafguyî û pinhankarî, û herwisa xwe bi zil zanî, ji zagonê durketin, rûdîtinî û ifrat û tefrît”. Ya du duyan bi gor heqîqet bîniyê, dur ketin ji xirafe perêzîyê, zelal bon, palwedan bi eqlê ciwatî, rastguyî û biserxweyî ez vê rêkê ji welat ra baştir dibînim levma ez ketîme meydanê
Mosevî bal kêşand ser siyaseta derewe û got; “siloganên te di vî warî da wek xîyal tên berçav, û mirov dibêje ku filane medenîyet di hale herifînê daye û em dibe rêveberîya cihanê biken”. Di dirêjîya axivtinên xwe da base melevanên Birîtanîya ya mezin kir û got; “demê melevan hatin girtin me got emê wav îdam ken lê piştî ku gazîyek ji Lendenê hat guhê me, te cil û bergên nu ji wan kir û te ev rê êxistin” paşan ji got; “bi bawerîya min te meznatîya miletê me birîndar kir û te avruyê welatê me bir”.
Ehmedînijad ku tif li devî da hişk bibo û dît berhevdarê wî li berçavê hemo Îranîya ev êxistîye revşek pir nale bar da û zanî kû xwîn herikî û hinban dirîya bi pêkenî got rêzdar Mosevî; “ez pir ji te hez dikem û min ji tera rêzek taybetî heye”.
Lê, dîyare ku te pêzaninên tewa li ser gelek babeta nînin. Û got; “te di hindek axivtinên xwe da ez wek dictator binav kirime, lê te di demê serokwezirîya xwe da, qodreta serkomarê vî demî ku Elî Xamineyî bo kêm kiribon”. Başe ze dîktatorim yan tu dictator bûy?
Mosevî, di bersivê da got; “ji zagonê durketin û kiryarên bê qanunî kirin zemîne xweş kirine bo dîktatorîyê”. Te digot; “ez alîgirê hejar û belengaza me lê di kabîneya te da Mehsolî yê milyardêr cih girt”.
Ehmedînijad, ku evcar jî, bi pêkenî despêkir lê nekarî ruyê xwe yê girnijî biweşêrît got; “bê qanunî û ji zagonê durketin di devlemend bona kurên qudretmenda da dîyare”. Û pêra çû û got; “te basê kerdanî kir ku bi çêkirina doktoraya sexte û çêkirî di kabîneya mi da cî girtibo lê baş bizane ku di serdemê serkomariya Refsencanî da çêkirin û wergirtina doktoraya sexte û çêkirî biboye model û bi sedan kesa bon doktor”
Wî herwisa got piraniya karbidestên serdemê serokwezîriya te û serkomarîya Refsencanî bi destê xalî ketin kar lê bi firotina dolarên hevt tomenî bon milyardêr, Sefayî Ferahanî mudîrê te boçî bu milyardêr?. Ka bêje kurên Refsencanî çi diken? Ka bêje parên teblîxata te ji kur tên? Û wî herwisa hukumetên berê tewanbar kirin bi mezende kirina kargehekê bi jina Kerbasçî û jina Qubêyî û got evan kargeh herifand u zewya vê firotin.
Ehmedînijad ku dixwast li demê mayî da hemo kolên xwe birêjît pirsî, kurên Natiq Norî çiva bune milyardêr? Ev bi xwe çiva dijît? Di vî demî da faylek girte destê xwe û da berçavê Mosevî û got eve fayla jinekê ye ku tu baş dinasî ev di hemo teblîxata da li kêleka te ye. Demê ku karmend bo mijûlî wergirtina du lîsansa bo û herwisa bi bêy imtihana konkorê doktora wergirtiye.
Mosevî, wek carên pêş bi aramî got; “tomet bar kirina bi nav bi bêy ku ji aliyê dadwer we bên goneh bar kirin hêjayi serokekê niye û eve cirîmeye tu li kesaneka nav dibey ku lêre nînin da bergiriyê li xwe biken. Lê we dîyare te çi tiştek li ser min nîye ji bo wê yêkê tu min bi her du hukumetên din girê didey”. Û di dawîya mişt û mirê da got di despêka hukumeta xwe da te gotibo li welatê me da bi hezaran mirovên gendel û fasid hene ezê faylên wan wekem da navên wan bên eşker kirin.lê te nekir.
Herçend mişt û mir xalî li pilan û bernama berbijaran bo, û xelkên Îranê wek şerrê gurga çav lê dikir lê, eve erdhijyanek bo ku Ehmedînijad bi afirandina vê xwe ji holê rakir, û demek dirêj pênaçît kû pişt erdhêjên vê komara îslamî ji holê raken.
Sipan silwaneyi
Entry Filed under: Uncategorized. .

Trackback this post | Subscribe to the comments via RSS Feed