Erê ez Îranîme?
July 14, 2009
Îran welatek dêrîne li rojhelata navîne ku ketiye herêma başûrê rojavaya Asiya. Ev welatek bi befir û çîyaye , gelîyên kesik û deştên hişk û bê bare. Iran yêkek ji welatên pir dêrîne. Dîroka wê di diçe berev 5,000 salan di nav da devleta Mîdya û empiratora Faris cih digirin. Ev xwedîyê siriştek civan û bedev û her wisa xwedî cih û mekanên dîrokîye.
Iran landika medeniyetê û yêkek ji welatên pir zengîn û bê wêneye li hemo cihanê. Ev hatiye ava kirin ji qewm , netewe û Olên curbicur. Faris, Azerî, Kurd, Beluç, Turkmen û Areb netewên yêk ji duv yêk serekî ne. Li Iranê her wisa qewm û Olên bi kêmanî dijîn ji wana Asorî, Zertoştî, yehodî, û Ermenî ne kû li beşên curbicur jîyana xwe dimeşinin. Ola serekî li Îranê Ola Îslamê ye ku ji her du beşên Şîîe û Sunnî pêk tên, lê ji boy kû piranîya xelkên Îranê Şîîe ne Ola Şîîe wek Ola formî û dîwanîye welat têt hejmarê.
Lêbelê hukmiranên Îranê çicar pênasî bi wê çend kelturî û çend netewî yê neanine. Di demê hukmiraniya Riza Şa Pehlevî û kurê wî Mohemed Riza di salên(1925- 1979) an piropagendeya yêk keltur yêk netewe û yêk ziman silogana rojê bo. Evan pir xebat kir da hemo netewên xeyrî Faris esîmîle ken û ji holê raken. Farisî bo zimanê formî û dîwanî û zimanên din wek devokên çîya hatin bi nav kirin û li xwandingeh û debistan û weşanê hatin qedexe kirin.
Hemo netewên din xeyrî Farisa ji kêmtirîn mafê siruştî û mafê mirov hatin bê par kirin. Li jêr vê sistema mehrom kirin û bê par kirinê, herkesê kû daxwaza xwandina zimanê dayîkê yanjî bi nav kirina zarokên taze boyî bi gur keltur u tora xwe kir, diket ber hukmê zîndan û dardakirinê ji aliyê Savakê (hêza parastina Îranê). Ev rijîmek bi tewavî dîktator bo. Şa wek sîbera xwedê û gelên Îranê wek ebid û kûle dihatin hejmartin. Demê ku Şa Îran wek cizîrheha tenahîyê bi nav dikir, gelên Îranê gazîya bimrît dîktator bilid dikirin.
Lê arişe ev bo kû Şa yan ev gazî, nedbihîst yan jî ne di xwast guh lê bît. Û demê ev gazî guhdarî kir got, “min denga berxwedan û serhildana we guhdarî kir” lê ev bersiv pir direng bo. Xomeynî kû baş li keltur û rewşa jîyana xelkê haydar bibo, xwe wek nunerê xwedê bi nav kir û evî şêya bi hêsanî her biryarekê red yanjî bipejirinît. Evî hemo partiyên siyasî qedexe kirin, û bi rêka ava kirina partiya cimhurîya îslamî, evî dest bi cîbicî kirina qanuna şerîetê bi gor mezheb û Ola Şîîe kir. Xomeynî dirêje bi şînpêyên siyaseta Şa kir û berdewam bo li ser siloganên berê. Heya îro zêdetir li 50% xelkên Îranê kû xeyrî Farisin, li mafê xwandinê bi zimanê dayîkê bê parin. Heya îro zêdetir li 2,000,000 bisirmanên Sunnî li Tehranê xebatê diken bo çêkirina mizgevt (camî) ê.
Ez xwe wek Kurdek Îranî dinasim. Kurd bi kêmî 10% ji nifosa 70 milyonî ye Îranê pêk tine. Lê me çi maf niye ku em partîyek siyasî ava ken û me maf niye kû bibin qaymeqam, fermandar, ustandar, wezîr, serokerkan, serokdadwer, endamê civata parastinê, endamê civata şarazaya, serok parleman û serkomar û her wisa me maf niye kû bibin cîgirê yêkek ji wan pile û postên navbirî. Heya îro hevwelatiyên min nikarin navê kurdî li ser zarokên xwe danên. Di roja îro da ger em da xwaza yêkek ji wan mafên navbirî biken zîndan cihê me û darda kirin li benda meye û em bi hêsanî wek dujminê welat tên binav kirin.
Lê hevwelatiyên Îranî, heya demê ez serbest û azad nebim li kurdistana Îranê, û heya xelkên Azerbaycanê, Turkmenisanê, Ahwaz û Abadanê serbest û azad nebin, tu wek Faris azad û serbest nabî li Tehranê, Meşhedê, Kirmanê û Isfehanê. Û heya, demê kû mafê min yê siruştî mirovî bêt binpê kirin û hurmet û kesayetîya min neyêt ragirtin, û pênasa min bêt inkar kirin, ev pisyar dêbêt dubare kirin erê gelo ez Îranî me? Hejî gotinêye, ger em bixwazin ku me Îranek mezin ji bo hemo Îraniya hebît bi bêy ji berçav girtina reng, Ol û nijad, pêdivî ye kû em ditinên xwe bi gor rastîya bigihurin. Ji boy wê yêkê werin da kelturek pejirandinê pêk bînin, werin da rêz û hurmetê ji yêk bigrin. Eve bi tinê rêka pêkve jîyan û pêşveçûnê ye.
Entry Filed under: Uncategorized. .

Trackback this post | Subscribe to the comments via RSS Feed