ÊDÎ BES E!!

March 10, 2009

nasraddin1

Êdî bes e, di wêjeya kurdî da niqte guherînek derunî ye, ev kelatiya ku ji kûratiya dil tê, bi harîkariya hêza şiûr û mentiqê tê şirovekirin û di vê demê de, mirov hest bi xwe nasînê dike û li pey nirxên mirovatiya xwe digerê. Xwediyê vê bîr û hizrê takek serbest e, li serdestiyê û bindestiyê bêzar e, xwazyarê jiyanek birûmet e. Ev li xewa kabûsê şiyar bûye û dîroka xwe ya çûyî tîne ber çav û dinirxîne. Ev dikeve hizra serhildanê û berxwedanê û dibêje Êdî Bes e.

Ji destpêka Komara Îslamî heya îro sî sal derbas bûn, ji roja destpêkê heya îro ev siyaseta li dijî kultûr, ol, çand û wd… li dijî kurdên Rojhelata Kurdistanê dimeşe. Ev siyaseta hovanê ku sî sal e wek şêrpençê pêsîra netewa kurd girtiye, bêrawestan didome, dem hatiye ku her mirovek kurd li her gund û bajêrekê, li her kûçe û kolanekê, li her xaneqah û mizgeftekê û li her malbat û civatekê, bi yekdengî û yêkhêzî bikin gazî, Êdî Bes E. Dem hatiye ku, pale û cotkar, bêrî û şivan, xwendekar û mamosta, nivêjker û pêşnimêj, dewlemend û hejar, ronakbîr û welatparêz,kardar û kirêkar, kur û keç, pîr û ciwan, jin û mêr, bi yekdengî û yekhêzî bikin gazî Êdî Bes E.

Êdî Bes E, bêrêzî, bêexlaqî, Êdî Bes E, girtin, kuştin, berbarankirin, înkar û qesaskirin, Êdî Bes E bêhurmetkirina olê, çandê û kultûrê, Êdî Bes E veşartina rastiyê li jêr emame û xêliyê.

Ji boy ku welatek ji gendeliyê paqij be û neteweyek ji înkarê rizgar be, pêdivî bi yeketiyek netewî di nav takên kurd, malbat û civakê heye. Civakek ku bi bîr û hizra xwenasînê bê perwerdekirin û bi çeka Êdî Bes E bê çekdarkirin, dikare di demek kurt de jiyank tena, malbatek paqij  û civakek pêşveçûyî biafirîne.

Lê pirsyar eva ye erê gelo civaka kurd li Rojhelata Kurdistanê ji xewa kabûsê şiyar bûye? Erê gelo sî sal bindestî, serşûrî û sivikatî ne bese?

Erê dem nehatiye ku mamostayên Olî di roja înê de li cihê nimêj û rojiya û biheşt u cehneman gazî bike Êdî Bes E? Erê ma dem nehatiye ku jina kurd kirasê êxsîriyê ji xwe dûr bike û wek şêrejina kurd mala xwe ji madeyên bêhişker paqij bike û zarokên xwe bi kultûra Êdî Bes E perwerde bike? Erê ma dem nehatiye ku ciwanên kurd di dibistana û zanîngehan de ji boy nebûna perwerdê bi zimanê kurdî bi yekdengî bikin gazî û hawar Êdî Bes E?

Entry Filed under: Uncategorized. .

Leave a Comment

Required

Required, hidden

Some HTML allowed:
<a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <pre> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <strike> <strong>

Trackback this post  |  Subscribe to the comments via RSS Feed


Blogroll

Archives

 

March 2009
M T W T F S S
« Dec   Jul »
 1
2345678
9101112131415
16171819202122
23242526272829
3031  

Meta