Deyimîn Hilbijartina Serokomarîya Îranê
March 10, 2009
Wek agadarin di demek nêzîk da rejîma Îslamî bo deyimîn car berew şanûya hilbijartina serokomariyê diçit. Rejîma Îslami kû bi siyasetên xwe yên berteng û xelet her roj zedetir li roja pêş di asta navxwe û navnetewî da berewrûy rewşa dûrketinê dibît. Lê Jiber xirabiya rewşa abûrî û nizim buna rewsa jiyane, û xalî buna sifreya hevwelatîya nerazî bûna xelkê zêdetir dibît.ku ev arîşene dikarin welat berew serhatek nediyar biben.
Ezmunên sî salîya rejîmê bi zelalî diden, xuya kirin kû milmilanê û rikeberîya her du balên rejîmê yên xweyî kû, bi tondrê/ radîkal û nermrê/çêker tên nasîn di demê hilbijartinê da dihul û zirnayên xwe dikutin, lê mixabin dawet her daweta berê û serşûpî jî her serçûpîyê berê ye kû heya îroj bi şeşbendîyên, malwêranî, dizî û bertîl, pesîv û bêhoşî,gendelî û bêexlaqî, desbirîn û şelaq û girtin u kuştinê digerêt. Heya hilbijartin bi awayek azad û di hewayek bêtirs da nehê kirin û civakên xelkên Îranî bi têkrayî û civakên xelkê kurdistanê bi taybetî nûnerên xwe yên rastî ne hilbijêrin, ev dihul û ev dawet û ev şeşbendî dê her bên kutan û gêran û gotin.
Lê pirsyar eveye, gelo çima hilbijartin? Di welatên ku qanun serdest be, hikumet hebun û deshelat û şerîyeta xwe ji gel, bi gel û bu gel dibîne, u divê sistemê da bi bêy cûdahiyên cinsî,nijadî, rengî û olî berbijar tên dîyarî kirin û deshelat bi awayek aştîyane u tenah ji partîyekê bu partîyek din tê weguhêstin. Lê di komara Îslamî da beruwajî hemu welatên democrat, berbijar dibe kesek be kû cins mêr bît, bi ol şîee bît, û ser bi yêkek ji her dû balên rejîmê bît û herwisa mûrîd û sofîyê rêka wilayetî feqih bît. Bi gur wan taybetmendîyane di Îranek 70 ê milyun kesî da 35 milyun jin ku wek nîwîya civakê tên hejmartin û bi gur sistema komara Îslamî kêm eqlin(naqisul eqil) û nikarin bibin berbijar, nêzîk bi 17 milyun jin u mêr ku xeyrî şîîe ne nikarin bibin berbijar,û wek ku dineh carên çûyî da me dît nêzîk bi 69 milyun u 999 hizar û 982 kes jî, ger xwe berbijar ken ji alîyê civata şarazayan(meclisi xwebregan), civata nubedarî yê(şûrayi nigehban) û civata mesilheta nizamê(şûrayi mesleheti nizam) nayên pejirandin.
Lê niha pirs eve ye, erê gelo tu xwe dinav kîjan desteyê yanjî rêjeyê da dibînî? Ez bersiva vê pirsê bi teyê/î xwendewan dispêrim.
Başe gelo armanc li vê şanuya hilbijartinê çîye? Armanc eve ye, rejîma ku 3 sal û 11 heyv û 29 roja bi têkrayî hemu xelkên Îranê nexwendewar(ûmmî), negehiştî(sexîr)û wek keryê pezî ku hergav pêdivî bi şiwan heye dibînît, dixwazît ku di roja dawîyê da ji buy lêbandina raya giştîye cîhanê şerîyeta xwe li ûmmî û sexîra bigrît û ji raya giştîye cihanê ra bêjît”em hêza xwe ji netewê mezine Îranê digirin û her neteweyek hêjayi rêberên wek xwe ye”.
Lêbelê ji buy betal kirina şanuyê, bêdeng kirina zirnayê û rawestandina dawetê pêdivîye ku xebatek bêwestan bêt meşandin. Werin da pêkve bi yêk dengî û yêk rêzî biken gazî ÎDI BESE. Werin da vê hibijartinê wek derfetek bo ava buna saziyên sivîl li her gund û bajêrekê bikar bînin û bi rêka wan sazîya dengê xwe biken yêk û daxwaza mafên xwe yên olî, çandî û kulturî biken. Ger ez rabim,ger tu rabî, ger ev rabît, em dê rabin, ger em rabun rewş dê bêt gihurîn û şanu dê bet betal kirin. Ger em rabin, dengê me daxwazên me û yêkbuna me dê bet bihîstin, mêze kirin û dîtin.
Entry Filed under: Uncategorized. .

Trackback this post | Subscribe to the comments via RSS Feed