Pirsgirêk li Amedê, Riform li Enqerê û çareserî li Hewlêrê
December 14, 2008
Li Tirkîye persa Kurd bi gishtî û çareserî bi taybetî wek yêkek ji giringtirîn kêshe tê berçaw, ji ber ku dewleta tirkîyê li ser bingeha yêk ala , yêk netewe û yêk ziman hatîye ava kirin, sîyaseta dewletê li ser wê bingehê û inkara netewa kurd hatîye birêwebirin û ev sîyaseta qirêj ya esîmile kirinê heya îroji dimeshe, heya gotina peyva kurd ji wek kiryara teroristê tê nasîn.
Di serdemê avabuna komara tirk heya îro zêdetir li 40 serhilanên netewî dest bi xebata netewî kirîne, lê mixabin hemo hatîne jinavbirin û bi hizaran gundên kurda hatîne wêran kirin û cenosayda kelturî, çandî heya îroj dom dike.
Di dawîya sedsala 20 an Partîya kirêkarên kurdistanê (PKK) e hat ava kirin û niha zêdetir li 30 î sale xebatek xwinawî û bêwestan dimeshine û di wê xebata xwinawî da zêdetir li 40 hizar kesan jîyana xwe ji des daye, lê mixabin dewleta tirk heya îroj nehatîye rayê û sîyaseta inkarê her dom dike.
Bi salane ku dewleta tirk dixwaze bibe endamê yêketîya Ewropayê, lê ji ber ku nekarîye pîvanên Yêketîya Ewropayê kû nasnav bi pîvanên Kopênhakê ne bicih bîne , hejî gotinêye kû ev pîvan bi tinê daxwaza mafê mirov, azadîya take kesî, azadîyên pêk anîna civakên sîyasî, çandî û kelturî diken lê mixabin heya îro ev daxwazên mirovanî nehatîne cîbicî kirin.
Di helbijartina parlemanê ya sala 2007 an ku wek rifirandumek û Ne yek mezin bi ertêsha tirk û her wisa li herêmên kurda Ne yek mezin bi partîyên xwedî aydîyalojîya kemalismê û derdurên vê hat nirixandin. Di encamê da bi tinê partîya AKP e bi serokatîya Receb Teyiberdoxan ya riform xwaz û komela civaka demokkrat DTP e li herêmên kurda ketin parlemanê, lê mixabin pishtî helbijartinê AKP ê dest li riformên pêtivî û çareserîya pirsgirêka kurd, kêsha û hêdî hêdî xwe nêzîk ertêshê kir û li wî demî heya niha bê westan sher li dijî girîlayên PKK ê berdewame.
Dinav sê heyvên pêshîya me da helbijartinên bajêrwanîyê li tirkîyê despê diken, ji bû vêyêkêj meydana sîyasetê germ û partîyên sîyasî ketine nav cushek taybetî.
Partîya gelê komarî CHP bi serokatîya Deniz Baykal ku partîya rikeber di nav parlimanê û endamê înternasyonale sosyaliste û heya niha dijî her riformek bingehî ye bi taybet diwarê pirsgirêka netewa kurd derketiye, ji alîyê piranîya mirovên demokrat û ronakbîrên tirk we , wek partîyek durketî li normên sosyalistê, û her wisa zêdetir bi alîyê kemalismê û neteweperêzîya tirk çuye tê nirixandin. CHP ku di 21 ê vê heyvê berew kongira xwe diçe tê gotin ku bi gihurînek bingehî di sîyaseta xwe da , hemiyan surpirayz bike û heya nexsheya rê ji pirsgirêka duza kurd bide pejirandin.
Partîya Heq û îdalet AKP e bi serokatîya Receb Teyiberdoxan serokwezîr ku piranîya parlementêrên kurd di parlemanê endamê vê ne lê nexwast û nekarî duza kurd bîne rojevê , îro li herêmên kurda bê hîvî buye jibo wêyêkê bi siloganên partîya neteweperêze MHP ê tê meydanê û ji kurda ra dibêje eve welatê yêk ala yêk netewe û yêk zimane, yan hez bike yan terk bike.
Partîya komela civaka demokrat DTP ku wek partîya ser bi kurda û ji alîyê hinkawe, wek balê sîysîye PKK ê tê binav kirin xwazyarê çareserîyek bingehî jibo duza netewê kurde , evjî ku bitinê AKP ê wek rikeber di helbijartinên bajêrwanîyê li herêmên kurda dibîne, di siloganên helbijartinê da ketîye nav sherê dewkî, di bersiwa serokwezîr Erdoxan da ku got “emê dihelbijartina bê da , Amedê ji DTP e yîyan bistînin” serok bajêrê Amedê Osman Baydemir jê ra got” Amed qelaye û emjî qelayê bernaden”
Di yêk sala çuyî da, piranîya mîtîngên serokwezir digel kurda hatîne pirotiste kirin, û heya serdana bajêrên kurda li serokwezîr ra hatîye berteng kirin. Lê ji bo ku Tirkîye bi welatê hurjimêra (deqiqa) 90 ê tê nasîn , dibe ku 89 hurjimêra sher û kêshe be l ê di hurjimêra dawîyê da hertishtek bê gihurîn.Tishtê balkêsh eveye ku di pêvajuya îro da sê gusheya Amed, Enqere û Hewlêr ku demeke bi awayek nepenî ketîye rojevê zur rialistir têt berçaw.
Demeke ku di mîdyaya tirka da peyvên serok eshîr û bakurê îraqê cihê xwe dayne peyvên mina serokomarê îraqê, serokê herêma kurdistana îraqê , demeke ku li firokexanên Enqere û Hewlêrê bazara sîyasetwan û karbidestên paye bilind e Tirkîye û Herêma kurdistanê gerimtir buye, demeke peyamên ecêb û xerîb li girawa îmralîyê bilind dibin û demê mirov mêzey daxuyanîya Osman Ocelan ya wegera welat dike û demê mirov mêzey serdana Talibanî ya Kerkukê û di demek nêzîk da serdana Ebdula Gul li Bexdayê, kerkukê û Hewlêrê dike bitinê dikare bi vî awayî shirove bike, ku, Amedê pirsgirêk formule kirîye, Enqerê heya hurjimêra 89 an niqasha bi sher dê bimeshine û hurjimêra 90 ê li Hewlêra paytext di cvivîna bilind ya dinavbera serokomarê îraqê , serokê herêma kurdistanê û serokomarê Tirkîyê bigehît encamê.Lê ji bu encamên sîyasî dinavbera Amedê , Enqere û Hewlêrê pêtivîye em li bendê rawestin û mêze ken.
Entry Filed under: Uncategorized. .
Trackback this post | Subscribe to the comments via RSS Feed