Sala Nu Pîroz Bît
Sala Nu Pîroz Bît
Pîroz kirina sersalê bi avayên cur bi cur di nav civak, ol û netewa da tê pîroz kirin. Herçend sersal jî wek, ol, kultur, reng, nijad û ziman bi gor taybetmendiyên civakî hatiye dabeş kirin, pîroz kirin û çavrêyi yên vêjî bi gor rewş û kêmasiyên sala çûyî tên daxwaz kirin. Wek netewa Kurd demek pir dirêje ku em ji xwedêyê mezin daxwaz diken ku sala bêt salek bi mêv û bi ber bît. Lê ger ev gotine bo piraniya netewên cihanê di cih da be, bo netewa Kurd gotina, sal bi sal xweziyek par di gel rastiyê nêziktire.
Bêguman, ev sal wek piraniya salên derbas boyî, li Kurdistana rojhelat girtin, kuştin, lidardan,bêrêzî û bêrumet kirina xelkê berdewam bo. Û zêdetir li salên çûyî madeyên bêhişker di nav civaka kurdî dihat belav kirin. Rêjeya bêkara zêdetir, sifreya xwarinê xalitir, û germatiya malbatê û civakê sartir dibît. Helbet, ev arişeyên nav hatî beruwajîy daxwazên me yên sersalê bone.
Li Kurdistana bakur, her mina beşa rojhelat arişeyên civakî dom kirin lê zêdetir li piraniya salên çûyî nunerên hilbijartiye civaka kurdî li parleman û bajêran hatin girtin.
Her wek salên çûyî û bi rêjeyek zêdetir deşt u dol çiya u nihal, gelî u şikevt hatin bombe kirin, daristan hatin şevitandin û şiwan bêrî û zarokên wan bi mayina hatin kuştin û birîn kirin.
Bo min,u bo Kurdistana min, heya zimanê min bi avayek formî ne peyive, pênasa min neyê nasîn, mafê min neyê dayîn, mlbat û civaka min neyê parastin, çîyayên min nexemilin robarên min bi azadî ne herikin, roja sersala, ji dayik bona Îsa, hicreta Mohemed û şeva mîtrayi ye Zertuşt û îlhama Buda her wek sê rojên dine li 52 hevtiyên sale ne.
Sipan Silwaneyî
Add comment January 1, 2010






